Önder Beyter
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
RAMALLAH
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas nêrîna xwe ya li ser pêşnûmaya parastina sivîlên Filistînî ya ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat qebûlkirin, wiha anî ziman, "Biryar seba edalet û hiqûqa navneteweyî serkeftinek e."
Ebas di daxuyaniya xwe ya ku der heqê mijarê da da ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê da spasiya welatên endamên NYyê yên ku pêşnûmaya parastina sivîlên Filistînî qebûl kirin, kir û pîrozbahî da wan.
Di rûniştina taybet a Lijneya Giştî ya NYyê ya ku li ser hewldanên Tirkiyeyê û Cezayirê ji bo gotûbêjkirina pêşnûmaya Filistînê kom bû, pêşnûmaya der heqê parastina sivîlên Filistînî da ya ku Amerîkayê li Konseya Ewlekariyê ya NYyê veto kiribû careke din hat gotûbêjkirin û cardin dengdayîn hat kirin.
Pêşnûma bi 120 dengan va li Lijneya Giştî ya NYyê hat qebûlkirin. 8 welat li hemberî biryarê derketin, 45 welat jî bêalî man. Amerîka, Îsraîl, Awistralya, Giravên Marshall, Nauru, Togo, Giravên Solomon, Dewletên Federe yên Mikronezyayê li dijî biryarê derketin.