28 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
ROTTERDAM
Rojnamegera Hollandayî Rena Netjesa demekê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê wezîfe dikir got ku wextê penaber ji Sûriyeyê dihatin Tirkiyeyê wê ji wan dipirsî ku gelo hûn çima reviyan û wan jî digot "Em ji YPGyê reviyan û wan dest danî ser malên me" û li ser van bersivan jî nêrîna wê ya li hemberî PYD/PKKyê guherî.
Rojnameger Netjesê binpêkirina mafên mirovan û zexta ku PYD/PKK tîne serê şêniyên li herêmê bi nûçegihanê AAyê ra parve kir.
Netjesê diyar kir ku wê bi gelek Sûriyeyiyên xwe spartin Tirkiyeyê, Kurdên Sûriyeyê û siyasetmedarên Kurd ên li Sûriyeyê ra hevpeyvîn kir û wiha pê da çû: "Piştî hevpeyvînên ku min kir nêrîna min a li hemberî YPG/PYDyê guherî. Ji ber têkoşîna li hemberî DEAŞê min digot qey YPG baş e. Di meha Adara sala 2016an da dema ez li ser sînorê Kilîsê bûm ji kesên alî Sûriyeyê dihatin min pirsî ku hûn çima direvin û wan jî got ku 'Em ji YPGê reviyan' û 'wan dest danî ser mal û milkên me' gotinên wan ez şaş û metel hiştim. Penaberên Kurd ên ku ez li Gazîentab û Kilîsê jî rastî wan hatim qala tiştên wisa kirin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Netjesê got ku ez bi Kurdên Sûriyeyî ra jî axivîme û wiha dewam kir: "Di hevdîtinên min bi siyasetmedarên Kurd yên Sûriyeyî ra kir ez têgihîştim ku YPG/PYD endamên wan dike dîlên ber destê xwe, ofîsên wan digire û ji bo beşdarî hevdîtinên aştiyê yên li Cenewreyê nebin jî nahêle ji herêmê derkevin. Kurdên din ên li Sûriyeyê ji wê lihevkirina wan bi Esed ra kiriye qet razî nînin."