Abdullah Tel
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
XEZE
Artêşa Îsraîlê êrîşa hewayî bir ser cihekî Hemasê yê ku li başûrê Xezeyê ye.
Berdevkê artêşê Avîchay Adraee ji ser hesabê Twîtterê daxuyanî da û îdia kir ku ji alî Xezeyê roketek avêtin ser axa Îsraîlê û li ser vê jî balafireke şer a Îsraîlê kozikeke aîdê Hemasê ya li başûrê Xezeyê diket da ber bombebaranê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî hat hildan di êrîşê da mirî û birîndar tunene.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Andraee çendek berê gotibû ku ji alî başûrê Xezeyê roketek ber bi Îsraîlê va hatiye avêtin.
Komên Filistînî yên li Xezeyê jî der heqê îdiaya ku roketa ber bi Îsraîlê va hatiye avêtin da tu daxuyanî nedan.
Di mudaxeleya ku duh eskerên Îsraîlê birin ser Filistîniyan da welatiyekî Filistînê di gulebarandina Îsraîlê da hatibû kuştin û rojnamegerek û wezîfedarekî tenduristiyê jî tev 6 Filistînî birîndar bûbûn.