PARÎS
EXPO 2020 li dinyayê yek ji organîsazyonên herî mezin tê hesibandin. Li paytexta Parisa Fransayê ji bo EXPO 2020an li Buroya Pêşengehên Navneteweyî (BÎE) ji bo biryarê dengdayîn hat kirin. Di tûra duyemîn a dengdayîna EXPO 2020an de Îzmirê 36 ray girtin û ji bo EXPO 2020an nehat hilbijartin.
Dengdayîn di civîna lijneya giştî ya 167 dewletên ku endamê Buroya Pêşangehên Navneteweyî (BÎE) ne de li Parîsê li avahiya OECDyê pêk hat. Dûbaiya Emîrtiya Ereban a Yekbûyî 87, Ekaterinburga Rûsyayê 41 û Îzmira Tirkiyeyê jî 36 ray girtin.
Di tûra duyemîn de Îzmirê herî kêm ray girtin û ji bo EXPO 2020an nehat hilbijartin.