Elif Orhan
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
BEXDA
Arîkarê Serokomarê Iraqê Ûsame Nûceyfî dubare kir ku referandûma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) plan dike ku di 25ê îlonê de bike qanûnî nîne û diyar kir ku ev bi aweyekî eşkere êrîşa ser mafên ereb û tirkmenên li Kerkûkê ye.
Nûceyfî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku "Qanûnî nîne ku herêma Kurdistanê di çarçoveya sînorên 2003yan de referandûmê bike. Li herêmên binîqaş kirina vê bi awayekî eşkere êrîşa mafên ereb û tirkmenên li Kerkûkê ye."
Nûceyfî diyar kir ku referandûmê teqez red dikin û bangî ereb û tirkmenên li herêmên binîqaş kir ku referandûmê boyqot bikin.
Nûceyfî da zanîn ku dê encama referandûmê qebûl nekin û destnîşan kir ku ev bi nêrîna bihevrejiyana di navbera hêmanên welêt re li hev nake.
Nûceyfî bangî birêvebiriyên Bexda û Hewlêrê kir ku diyaloga kûr a ku destûra bingehîn esas digire bikin û got ku "Di hevdîtinan de divê berjerwendiyên bilind ên Iraqê yên ku em bikarin bin siya wê hevkariyê bikin esas bê girtin."