Azad Mohammed Abdullah
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Waliyê Mûsilê yê berê Esîl Nûceyfî der barê hevkariya Kurdan û Sunniyan de got: "Herçiqas heta niha tu peyman û kûrbûn li serê çênebûbe jî, pêwîstiya me bi hevpeymaniya Kurd û Sunniyan heye li Iraqê."
Esîl Nûceyfî, der barê geşedanên dawîn ên li welat, têkiliyên Kurd û Sunniyan û mijarên din daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Waliyê berê diyar kir ku eger Kurd û Sunnî berî hilbijartinê negihêne rêkeftinekê jî piştî hilbijartinê muheqeq gerek hevkarên hev ên serekî bin.
Nûceyfî anî ziman ku dê Sunnî bêyî lîste beşdarî hilbijartinê bibin û xelk jî eleqedariyeke zêdetir nîşan bidin.
Li ser mijarê wiha agahî dan:
"Sunniyên Iraqê di halekî xerab û pirkêşe de ne. Digel hemû tengasiyan jî bi îradeyeke bihêz hewl didin ku ji vê rewşê xelas bibin û vegerin halê berê. Sunnî wisa difikirin ku ji aliyê desthilata niha ya Iraqê ve hatine înkarkirin. Lewra li hemû welat bajarên wan wêran bûne."
Bal kişand ser wê yekê ku di hilbijartina 2013-2014an de ji ber tirsa teror û êrişan xelkekî beşdarî hilbijartina bû.
Der heqê hevpeymaniya Kurd û Sunniyan de jî wiha got: "Di rastiyê de Kurdan heta niha li ser projeya dewleta Iraqê hemfikir nebûne, ewan xwestiye dewleteke Kurdî ava bikin. Me berê jî gotibû em di avakirina dewleteke Kurdî de ne alî ne û tu eleqeya Sunniyan bi vê dewletê ve tuneye. Projeya dewleta Kurdî di xaleke diyarkirî de sekinî. Em niha projeyeke nû ya dewleta Iraqê dixwazin. Divê Sunnî û Kurd bi hev re kar bikin. Ji bo vê jî pêwendî û guftûgo di navbera aliyên Kurd û Sunnî de lazim e. Herçiqas heta niha tu peyman û kûrbûn li serê çênebûbe jî, pêwîstiya me bi hevpeymaniya Kurd û Sunniyan heye li Iraqê."