Haydar Şahin
15 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
James Jeffreyê Nûnerê Koalisyona Têkoşîna Dijî DEAŞê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê diyar kir ku Amerîkayê li Sûriyeyê hebûna xwe bidomîne û armanca wan ew e ku li Sûriyeyê şer ji bo Rûsyayê "têxe pirsgirêkeke mezin".
Jeffrey li Enstituya Hudson a li Washîngtonê axivî diyar kir ku feydeya li Sûriyeyê hebûna Amerîkayê dibînin, îdiayên dibêjin çawa li Efxanistanê di tengasiyê da man li Sûriyeyê jî ketin tengasiyê red kir.
Jeffrey got poltîkaya Amerîkayê ya li Sûriyeyê ew e ku zorê bide dijminên li herêmê û wiha pê da çû: "Li gor min polîtîkaya ku em teqîb dikin polîtîkayeke baş e."
Jeffrey wiha pê da çû: "Ev dera (Sûriye) Efxanistan an jî Vîetnam nîne. Ev dera (ji bo Amerîkayê) rêya kêmber nîne. Karê min ew e ku vî şerî ji Rûsyayê ra têxin rêyeke kêmber a bêdawî."