12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
MARDÎN
Rîspiyên Mêrdînê piştgirî dan Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji hêla Artêşa Tirkiyê ve li dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorî li Efrînê tê kirin.
Der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de rîspiyên Mêrdînê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Mehmet Tîmuragaogluyê yek ji rîspiyê bajêr e got Amerîka bi salan e bi rêxistinên terorî yên taşeron re hevkariyê dike û welatên Rojhilata Navîn dagir dike, li Sûriyeyê jî heman lîstik tê lîstin.
Tîmuragaoglu wiha axivî: "Çekên teknolojîk ên nadin dewletekê didin rêxistinên terorî. Amerîka pêşî ji hev vediqetîne, paşê perçe dike û wisa bi rê va dibe eşkere bû. Lîstikên wê yên der barê Mertalê Feratê de bi eşkere xirab bûn. Her çiqas bibêje 'em li dijî DEAŞê têkoşînê didin' jî ev ne rast e. Li rûyê me dinêre û derewan dike. Ji bilî Tirkiyeyê welatekekî din ê li dijî DEAŞê têkoşînê dide tune."
Alî Ozguç jî got emperyalîst û siyonîst alema Îslamê tevlihev dikin, ji bo vê jî DEAŞ û PYD/PKKa rêxistinên terorî ava dikin û berdidin qadê.
Suleyman Çelîk anî ziman piştî ku PYD/PKKa rêxistina terorî jî beşdarî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bû rewş bêtir xirab û tevlihevtir bû.