12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber daxuyaniyên wan ên ku di 3yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDPê da gotin, der heqê Hevseroka Giştî Pervîn Buldan û Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder da lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, duh li Salona Sporê ya Ankarayê 3emîn Kongreya Asayî ya HDPê hat kirin û di kongreyê da posterê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKK/KCKya rêxistina terorê hat vekirin û di axaftinan da propagandaya rêxistinê hat kirin, der heqê Operasyona Çiqla Zeytûnê da propagandaya reşkirinê hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser vê kete dewrê.
Der heqê Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder ku di kongreyê da Serokatiya Dîwanê kir û Pervîn Buldana ku wek Hevseroka Giştî hat hilbijartin da ji ber sûcê "Propagandaya rêxistina terorê kirin", "gel ji kîn û dijminatiyê ra tehrîk kirin" û "pesnê sûc û sûcdar dan" lêpirsîn hat vekirin.
Kesên navborî di kongreyê da di eleyhê Operasyona Çiqla Zeytûnê da daxuyanî dabûn û îdia kiribûn ku di operasyonê da sivîl tên kuştin.