15 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
ANKARA Hat ragihandin ku di operasyona li ser Qendîl û Garaya bakurê Iraqê da 45 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di encama keşfa ku di 14ê adarê saet 03.20 û 05.30yî da li bakurê Iraqê hat kirin da 9 heb F-16 û 2 heb F-4 2020 êrîş birin ser hedefên li Gara û Qendîlê.
Li gor agahiyên ewil di encama êrîşa ji hewayê da 45 endamên rêxistina cihêkar hatin kuştin, 2 cebilxane hatin teqandin û çek û cebilxaneya di 2 mewziyên Ketyuşayê da hatin îmhekirin. Xebatên tesbîtê hê dewam dikin.