Muhammet Kurşun
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku ji bo vebûna Parlamentoya Herêma Kurdistanê îmzeyên pêwîst hatin komkirin û sibe dest bi kar dike.
Rêveberiya Ragihandina Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke resmî diyar kir ku îmzeyên ji bo kombûna meclisê lazim bûn hatin komkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, "Herêma Kurdistanê di şert û mercên çarenivîssaz de derbas dibe. Divê parlamento bi rola xwe ya tarîxî re rabe. Li gor yasayê rêjeya îmzeyên endamên Parlamentoya Kurdistanê ji bo vekirina parlamentoyê temam bûye. Parlamento 14.09.2017an Roja Pêncşemê vedibe."
Serokê Grûba PDKê Umîd Xoşnav jî ragihand ku hemû tevdîrên yasayî hatine girtin û ji bo vebûna parlamentoyê jî tifaq heye.