18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
QAHÎRE
Hat ragihandin ku piştî Konseya Hevkariya Erebî (KHE) û Yekîtiya Ereban, Parlementoya Ereban jî Hizbullah wekî rêxistina terorê îlan kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya parlementoyê ya ku piştî rûniştina li Qahîreyê hat belavkirin da Îran hat şermezarkirin wekî ku bi rêya Hizbullahê têkelî karûbarên xumalî yên welatên ereban dibe.
Serokê Parlementoyê Ehmed bin Mihemmed Cerewan di daxuyaniyê da wiha got, "Endamên parlementoyê biryar dan ku Hizbullah wekî rêxistina terorê bê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku Hizbullah berê çeka xwe bide Îsraîlê."
KHE û Konseya Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Ereban di adara borî da Hizbullah wekî rêxistina terorê îlan kiribûn.