Talha Yavuz
24 Sibat 2022•Rojanekirin: 24 Sibat 2022
Parlementoya Ukraynayê biryara rewşa derasayî ya ku dê piştî nîvê şevê, ji derveyî Donetsk û Luhanskê li seranserê welêt welêt destpê bike qebûl kir.
Biryarnameya navborî ji parlementoya 450 kursî, bi piştevaniya 335 parlementeran qebûl bû.
Li gorî biryarnameyê rewşa derasayî dê îşev destpê bike û 30 rojan dewam bike.
Di çarçoveya rewşa derasayî de heke pêwîst hat dîtin dibe ku di warê veguhastinên bi komî de sînordarkirin, kontrolkirina wesayit û ewraqên wan bên kirin û çalakiyên bi komî bên qedexekirin.
Herwiha dê bikaribin qedexeya derketina derve bisepînin û dema pêwîst hat dîtin dê welatiyan texliyeyî herêmên ewledar bikin.
Tê çaverêkirin ji bo pergala civakî tedbîrên ewlekariyê bên şidandin.