Mustafa Melih Ahıshalı
02 Adar 2026•Rojanekirin: 03 Adar 2026
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku ofîsa Binyamin Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê û binkeya Fermandariya Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê hatin armanckirin.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê ragihandina êrîşa fuzeyan a pêla 10em a Pasdarên Şoreşê weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê û binkeya Fermandariya Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê bi fuzeyên Xeyberê hatin armanckirin."
Rayedarên Îsraîlî der heqê van îdiayan da hê daxuyaniyeke fermî nedane.