Muhammet Kurşun
06 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Dîwana Qraltiya Siûdiyê û Serkêşê Giştî yê Dezgeha Şah Selman ya ji bo Hevkariya Mirovî Dr. Ebdullah Bîn Ebdulezîz Bîn Mûhemmed el-rebî'e û şandeya digel wî kir.
Di hevdîtinê de Dr. Ebdullah silav û rêzên Qralê Siûdiyê bi Barzanî gihand. Herwiha ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina li gel Barzanî pêzanînên xwe ji bo hewlên Herêma Kurdistanê di arîkariya koçber û lêqewimiyên şerê terorî anîn ziman.
Dr. Ebdullah sipasiya dam û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û herwiha bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir kir ku arîkariyeke berbiçav pêşkêşî koçberan kiriye.
Wekî din ragihand ku ji bo bikarin li karê xêrxwazî, mirovî, arîkariya koçberan beşdar bibin hatine Kurdistanê û welatê wan jî dixwaze ku aramî û aştî li herêmê çêbibe.
Barzanî jî sipasiya Qral Selman kir û destxweşî li kar û çalakiyên mirovî yên Dezgeha Şah Selman kir.
Barzanî ragihand ku ji bilî hebûna şer û kêşeya aborî û gefên li ser Herêma Kurdistanê, wan mêvandariya hejmareke zêde ya koçberan kiriye.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Barzanî behsa çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir û balkişand ser wê yekê ku di raperîna 1991ê da gelê Kurdistanê herçiqas rastî qirkirin û Enfalê hatibin jî li ser navê vekirina rûpeleke nû digel Iraqê dest nebirine tolhildanê.
Barzanî bal kişand wê yekê ku vê helwestê çanda lêborîna pêkvejiyana li Kurdistanê kûrtir kir.