Türkan Tosun
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
KILÎS
Penaberên ji Sûriyeyê ji bo ku Eyda Remezanê li welat derbas bikin diçin welatê xwe.
Hat ragihandin hejmara penaberên ku ji 18ê gulanê vir ve diçin welatê xwe gihîşte 800î.
Penaberên ku dixwazin herin Ezez, Mare, Aktarîn, Çobanbey, Efrin, Cerablus, Bab û Sorana ku bi saya operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ve ewlehî lê pêk hatiye ji Deriyê Sînor ê Oncupinari derbas dibin.
Penaber di bin kontrola Midûriya Îdareya Koçê, cendirme û polêsan de kar û barên xwe yên fermî dikin, zarokên temenê wan di navbera 0-15an de ne jî li navenda tenduristiyê tên aşîkirin.
Îsmal Hechesenê ji Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wî du sal berê xwe spartiye Tirkiyeyê û ew kêfxweş e ku wê dergûşa xwe ya nûbûyî ya ku li dû xwe hiştîbû bibîne.
Hechesen kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Tirkiyeyê kir.
Penaberekî din ê bi navê Hemze Elî jî dema derbasî aliyê Sûriyeyê bû erd maç kir û got ev 3 sal e wî dê, bav, xwîşk û birayê xwe nedîtiye, ji ber ku ewê niha wan bibîne pir kêfxweş e.
Vegera penaberan wê di 26ê hezîranê roja sêşemê di saet 08.00an de dest pê bike û wê di 6ê tîrmehê roja înê di saet 17.00an de dawî bibe.