Haydar Şahin
11 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2019
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku perwerdeya personelên eskerî yên Erebistana Siudî ya ku li hin baregehên Amerîkayê dewam dikir dan sekinandin.
David Norquistê Alîkarê Wezîrê Parastina Amerîkayê der heqê mijarê da teblîxat weşand û diyar kir ku ji ber ku pîlotekî ji Erebistana Siudî di 6ê berfanbarê da li Baregeha Hewayê ya Pensacolayê êrîş kir ew ê hemû eskeran ji lêkolînê derbas bikin.
Norquist wiha got: "Min telîmat da Misteşarê Îstixbarata Eskerî ku bira di nav 10 rojan da Xwendekarên Eskerî yên Biyanî ji kontrolê derbas bikin prosedura ku pê dikevin baregehên me binirxînin."
Norquist diyar kir ku bi vê lêkolînê va xwendekarên biyanî ew ê wekî xwendekarên Amerîkayê ji rê û rêçikan derbas bibin wisa têkevin baregehan, wekî mayîn fermandariya hêzên hewayê jî ew ê hin tevdîran hilde.
Norquist wiha pê da çû:
"Di mijara bersiva me ya li ser bûyerê da em bi Erebistana Siudî ra dixebitin. Dema li benda lêkolîna di destê yekeyên eskerî tê kirin û Erebistana Siudî jî piştgiriyê dide disekinin perwerdeya personelên ji Erebistana Siudî yên li tesîsên Amerîkayê ew ê ji polan zêdetir nebe."
- Li Amerîkayê 850 personelên eskerî yên Erebistana Siudî hene
Wekî mayîn rayedarên Hêzên Hewayê û Behrê di telekonferansa dan rojnamevanan da gotin ku ji bo ewlehiyê perwerdeya firînê ya personelên Erebistana Siudî dan sekinandin.
Rayedaran destnîşan kirin ku li baregehên Amerîkayê bi tevahî 300 pîlotên Erebistana Siudî perwerdeyê dibînin, li baregeha Pensacolaya li Florîdayê ya lê êrîş hat kirin 140, li Baregeha Hewayê ya Mayportê 128, li Baregeha Hewayê ya Whîtîng Fîeldê jî 35 pîlot perwerdeyê dibînin.
Li Pentagonê li welêt bi tevahî 850 personelên eskerî yên Erebistana Siudî hene.
Wekî mayîn li Amerîkayê ji 153 welatan ji 5 hezarî zêdetir xwendekarên biyanî perwerdeya eskerî dibînin.