Rêxistinên terorê yên ku bi çalakiyên terorî hewl dan aştî û hizûra Tirkiyê xirab bikin, di êrîşan de, ji bilî polês û eskeran sivîl jî hedef girtin. Di êrîşê terorî yên 98 rojên dawîn da, 145 hêzên ewlehiyê cangorî bûn, di nav de zarok jî 137 sivîl jî mirin.
Di serî de PKK û DAEŞ digel rêxistinên terorê yên din, ji bo aştî û aramiya welêt xirab bikin, li seranserê welêt çalakiyên xwe didomînin.
Di êrîşên 98 rojên dawîn de (ji 7ê tîrmehê heta 12ê kewçêrê) 65 polês, 78 esker û 2 parêzvan şehîd kirin. Ji hêzên ewlehiyê yên ku şehîd kirin jê 19 esker, 59 eskerên biritbe, yek midûrê şaxê, yek amir, yek serkomîser, yek komîser, 2 jê alîkarên komîser û 59 jî polês bûn.
Di vê pêvajoyê de, 97 kes jê di êrîşa terorî ya li Enqerê lidarxistin de bi tevahî 137 sivîl mirin. Di nav sivîlên ku mirin de 6 zarok, yekî ji Îranê yekî jî ji Filîstînê du kesên biyanî jî hene.
Êrîşên terorî yên ku 98 rojên dawîn da hatin lidarxistin wiha ne:
Li Gazîosmanpaşaya Stenbolê, PKKya rêxistina terorê di 22yê tîrmehê de, Mursel Gulê esnaf ê 45 salî, bi hinceta ku endamê DAEŞa rêxistina terorê ye kuşt.
Xebatkarên ku piştî êrîşa terorê ya ser trêna bar ji bo temîrkirina rêhesinê çûn Sariqamişa navçeya Qersê rastî êrîşa terorî hatin. Di encama êrîşê de xebatkar Necdet Înançê 64 salî mir.
Li Cizîra navçeya Şirnexê, bombeya ku PKKya rêxistina terorê li ser rê bi cih kiribû di 6ê tebaxê de hat teqandin û di teqînê de ajovanê minîbêsê Sahîp Akîl (31) mir.
Li Şenkayaya navçeya Erziromê, rêxistina terorê di 17ê tebaxê de rê birî û gule barand ser minîbêsekê, di encamê de ajovan Garîp Bektaş (43) mir. Li Kemaha navçeya Erzincanê jî terorîstan di 27ê tebaxê de rê birî û gule barand ser wesayitekê, di vê êrîşê de jî Makbûle Vûrala 64 salî mir.
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê teqemeniya ku di 30yê tebaxê de, PKKya rêxistin aterorê li ser rê bi cih kir teqiya û di teqînê de Firat Simbila 13 salî mir.
-Xebatkarên tendûristiyê hedef tên girtin
Li navçeya Yenîşehira Diyarbekirê, di 31ê tebaxê de, Yûnûs Kocayê Serokê Şaxa Ciwaniyê yê berê yê AK Partiyê rastî êrîşa biçek hat û di encama êrîşê de, li ber dermanxaneya lê dixebitî mir.
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê Abdullah Bîrogulê Hekîmê Berpirsiyarê Tendûristiya Civakî bi destê terorîstên ku rê birîn, hat kuştin.
Li Cizîra navçeya Şirnexê, endamên PKKya rêxistin aterorê di 9ê îlonê de êrîşê wesayita polêsan û tirimbêlekê kir. DI êrîşê de Bahattîn Sevînîk û Suphî Sarak mirin.
Li Yenişehira navçeya Diyarbekirê, di 11ê îlonê de, rêxistina terorê êrîşa bi çek li dar xist û di êrîşê de 3 jê polês 4 kes birîndar bûn. Şeyhmus Sanirê garson ê di êrîşê de birîndar bû rakirin nexweşxaneyê lê digel midaxaleyan li nexweşxaneyê mir.
Teqemeniya ku PKKya rêxistina terorê li ser rêbejaya Hekarî-Wanê bi cih kir, di 15ê îlonê de, dema ku wesayita polêsan derbas dibû hat teqandin. Di teqînê de 2 polês şehîd ketin û welatiyek mir.
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê, terorîstan di 24ê îlonê de êrîş bir ser hêzên ewlehiyê. Di êrîşa terorî de 2 esker cangorî bûn, 3 welatî mirin.
-Ajovanê ambulansê yê ku ji bo eskerên birîndar çû herêmê kuştin
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê, PKKya rêxistin aterorê di 25ê îlonê de, êrîş bir ser eskeran. Şeyhmûs Dûrsûnê ajovanê ambulansê yê ku ji bo eskerên birîndar ji herêmê bîne çû cihê bûyerê, li cihê bûyerê hat kuştin.
Li Bismila navçeya Diyarbekirê, roketatarên ku terorîstan xwest bavêjin ser wesayita polêsan li malekê ket. Di vê êrîşa ku 27ê îlonê de lidarxistin de Elîf Şîmşeka 9 salî mir.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, di maweya qedexeya derketina derva ya ku di 1ê kewçêrê da dan destpêkirin û heta 6ê kewçêrê dewam kir da, 2 welatiyên ku bûn hedefa rêxistina terorê mirin.
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê, di 8ê kewçêrê de, fişeka roketê ya ku terorîstan danîbû ber dibistanekê teqiya, di teqînê da Hasan Yilmazê 9 salî mir.
-Di êrîşa li Enqerê de 97 kes mirin
Li Enqerê di êrîşa terorê ya li ber Gara Trênê ya Enqerê çêbû de, yek jê Veysel Denîzê zarokê 9 salî û yekî ji Filîstînê bi tevahî 97 kes mirin.
Ji bilî van bûyeran, di êrîşên li Şirnex, Diyarbekir, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn û Erdexanê hatin lidarxistin de 11 kes mirin.