Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid el-Ûbeydî got ku zanyariyên ku dibêjin balafirên şer ên DYAyê ji hewayê alîkariya leşkerî da DÎŞIyê ne rast e.
Ûbeydî li avahiya Wezareta Parastinê ya li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê rûdanên ewlekariya welat de agahî da.
Ûbeydî got ku der barê wextê operasyona leşkerî ya rizgarkirina Mûsilê de ew nikare agahiyeke teqez bide û wiha pê de çû:
"Şerê li Mûsil û Felûceyê şerekî bajêr e. Li van herêman mirovên sivîl hene. Em planên xwe yên der heqê operasyona rizgarkirinê de hûr hûr û bi pir baldarî amade dikin. Di operasyonên leşkerî de tayînkirina demê dijwar e. Dema ku me ji bo operasyonê hemû amadekariyên xwe qedand emê wêçaxê demê îlan bikin. Heya niha tu agahî neketine destê min ku dibêjin firokeyên leşkerî yên DYAyê û yên hêzên koalîsyonê wargehên sivîl kirine hedefa xwe. Pêşaniya rizgarkirina Mûsil û bajarên din amadekariyên me yên lojîstîk û leşkerî dê kifş bikin."
Ûbeydî got nûçeyên ku dibêjin hezarek an jî 2 hezar leşkerên Amerîkî yên perwerdekirî hatin Iraqê, ne rast in û yên ku hatin pisporên leşkerî û misteşar in.
- Rizgarkirina Bexdadî
Wezîr Ûbeydî bi bîr xist ku wan ji duhê û pê ve herêma Bexdadî ya girêdayî bajarê Enbara li rojavayê Iraqê ji destê DÎŞIyê rizgar kir û wiha domand: "Di rojên pêşiya me de li herêmê jiyanê rengê xwe yê asayî û normal bistîne û heta niha li herêmê hêzên ewlekariyê alîkariya însanî da xelkê herêmê."
Ûbeydî destnîşan kir ku ew rewşa jinên Êzdî yên ku li Mûsilê di destê DÎŞIyê de wekî dîl hatin girtin dişopînin û herwext agahiya îstixbaratê distînin û wiha pê de çû: "Car caran wan derdixin derveyê Mûsilê. Ji bo xelaskirina wan em gelekî hewl didin."
Herwiha Ûbeydî bal kişand ku DÎŞIyê gelek pirtûk şewitandin û wiha berdewam kir:
"Li gorî agahiyên ku duhê gihîştin ber destê min terorîstên DÎŞIyê 8 hezar pirtûk û matbûatên bi qîmet ên li Pirtûkxaneya Mûsilê şewitand. Ev terorîstên wisan in ku hemû kesî dixin hedefa xwe û dixwazin ku me vegerînin serdema navîn."
Îdiaya ku DYAyê ji hewa alîkarî da DÎŞIyê
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid el-Ûbeydî got ku zanyariyên ku dibêjin balafirên şer ên DYAyê ji hewa alîkariya leşkerî da DÎŞIyê ne rast e û wiha dewam kir: "Li ser talîmata Serokwezîr Îbadî min bixwe li ser mijarê lêkolîn kir. Piştî hevdîtinên min ên ligel berpirsên leşkerî û xelkê sivîl min dît ku agahî xelet in. Rêveberiya DYAyê jî îdiayên bi vî rengî bi awayekî tund red dike."
Ûbeydî diyar kir ku Pêşmerge perçeyeke hêza parastina Iraqê ye û normal ku Pêşmerge Kerkûk û herêmên din biparêze û wiha got: "Pêşmerge li Mûsil û Diyalayê gelek dever ji DÎŞIyê stand. Têkoşîna li dijî terorê de roleke wî ye muhîm heye. Li gorî planên me yên leşkerî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de Pêşmerge yan wê wekî hêza sereke ayn jî wê wekî hêza cihgir beşdar be."