Sengawî der barê geşedanên dawîn ên ku li Xaneqîna navçeya Diyalayê qewimîn de agahî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dijî DÎŞIyê pozisyona parastinê negirtine, êdî di pozisyona êrîşê de ne.
- "Leşkerên Iraqê êrîşî me kirin"
Sengawî diyar kir ku alîkariyê dan artêşa Iraqê ku derbasî mewziyên xwe bibin, lê hin fermandarên artêşa Iraqê bi topên hewanê û firokeyên şer ve êrîşî wan kirin. Sengawî wiha dewam kir: " Piştî êrîşa DÎŞIyê fermandarên Iraqê hatin ji me alîkarî xwestin. Fermandaran ji me re gotin ku kontrol ji destê hêzên leşkerî derketiye, ger hêzên pêşmergeyan jî êrîşê wan bike, dê belawelayî bibin. Pişt re me alîkariyê da û li mewziyên xwe bi cih bûn, lê dêleva DÎŞIyê de leşkerên Iraqê bi topên hawanê ve êrîşî me kirin. Ser de jî bi firokên şer rokêtan barandin ser me."
Sengawî destnîşan kir ku piştî van êrîşan li herêma Kurdistanê bi rayedarên kurd re axivîne û wiha got: " Digel êrîşên leşkerên Iraqê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li dû heyfhildanê ye û li dijî leşkerên Iraqê jî tu êrîşekê li dar nexist."
Midûrê Asayiş û Polêsan a Herêma Germiyanê Mihemed Hecî Faîq jî der barê êrîşan de wiha got: "Leşkerên Iraqê bi hişberî yan ne bi hişberî, êrîşî hêzên me kirin. Em ji rayedarên Iraqê der barê van êrîşan de daxuyaniyekê dixwazin."
Li Celavlaya ku 12 kîlomêtro dûrî herêma Kubraya ku li ser sînorê navçeya Xaneqînê ye, di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de yên ku bajaroka Seîdiyeyê bi dest xistine de pevçûn didome. Milîtanên DÎŞIyê car caran êrîşî mewziyên pêşmergeyan dikin.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer diyar kir ku di êrîşên li Celavla û Seîdiyeyê de 7 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn.