Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Îlhanli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) gava ku Telafer bi dest xist, artêşa Iraqê beriya ku ji herêmê vekişe 80 girtiyên di girtîgehê de kuştin. Di nav wan de sûcdarên terorê û yên siyasî jî hebûn. DÎŞI gava ku diket bajaran sûcdar serbest berdida. Ew kes tevlî rêxistinê dibûn û ji bo rêxistinê dibûn hêz. Leşkerên Iraqê ji bo ku tevlî rêxistinê nebin, van kesan kuştin."
Îlhanli diyar kir ku her tim bi tirkmenên herêmê re di têkiliyê de ne û Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malîkî hêzên milîsên sivîl şandine Telaferê.
Îlhanli destnîşan kir ku welatî ji herêmê hê jî direvin, sunî diçin Dihok û Mûsilê, şiî jî ji bo ku ewledar e diçin herêma Kurdistanê.
Îlhanli diyar kir ku heta niha li Telaferê di navbera şiî û suniyan de pevçûn derneketiye, lê belê rewş baş nîne.
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Maruf jî diyar kir ku li gor xeberên ku ji Telaferê tên, 80 girtî hatine kuştin.