14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo pêşî li ber pevçûnên ku li Tûzxurmatûya navçeya Selahedînê di navbera hêzên pêşmergeyan û milîsên Heşdî Şabiya tirkmenên şiî da derketin bê girtin, "rêvebiriya çareserkirina qeyranê" ava kir.
Li gor daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê "rêvebiriya çareserkirina qeyranê" çû Tûzxurmatûyê û ji bo ku "fitne ji holê were rakirin û çareserî were dîtin" wê bi terefan ra xeber bide.
Wê di lijneyê da Fermandarê Hêzên Bejayê yê Iraqê, Wekîlê Polêsan, Fermandarê Tumena Leşkerî ya Bizirx û hin rayedarên leşkerî jî cî bigirin.
Hatibû ragihandin ku di pevçûnên ku li Tûzxurmatûya navçeya Selahedînê di navbera hêzên pêşmergeyan û milîsên Heşdî Şabiya tirkmenên şiî da 17 kes mirin.