BAXDA/TÛZHÛRMATÛ
Hat diyarkirin ku li Bexdayê di êrîşên bibombe de 15 kes mirin, 35 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji desturmendên ewlekariyê bi dest xistine, li Bexdayê li bajarê Sadrê û li herêmên El-Kazimiye, Eş-Şule, Es-Sadr, Mealîf, El-Cewadîn, El-Hurriyeyê bi wesayitên bombebarkirî êrîş hatin kirin û di êrîşan de 15 kes mirin, 35 kes birîndar bûn.
Li bakurê Iraqê jî li navçeya Tûzhûrmatûya li ser bajarê Selahadînê di êrîşa xwekuştinê de li gorî agahiyên pêşî 8 kes mirin, 50 kes birîndar bûn.
Mudurê Ewlekariyê yê Tûzhûrmatûyê Alî Raşîd, diyar kir ku li navçeyê kurd, tirk, ereb bi hev re dijîn û êrîş li taxa Mustafayê hatiye kirin ku ji ber cejnê li wê derê qelebalix zêde ye.
Hat daxuyandin ku rewşa gelek birîndaran xedar e.
Di vê navberê de li Iraqê di cejnê de bi êrîşên bombeyî 69 kes mirin, 229 kes jî birîndar bûn.
Li gor rapora Nûnertiya Îraqê ya Neteweyên Yekbûyî di êrîşên terorî yên tîrmehê de li seranserê Iraqê 1057 kes mirin.