AKRA
Di teqîna ku li Ganaya Afrîkaya Rojhilatê di îstasyona benzînê da çêbû hejmara miriyan derket 150yî.
Serokê Dewleta Ganayê John Mahama daxuyanî da û destnîşan kir ku piştî bûyera li Akreyê 3 roj şîn hat îlankirin.
Rayedaran diyar kir ku ji ber barana guj benzîn tevî ava lehiyê bela bû û ji ber ku li nêz şewat derketibû agir bi avahiyên derdorê ket û mezin bû.
Serokê Dewleta Ganayê Mahama diyar kir ku ji bo xebatên binesaziyê û alîkariyê 12 milyon dolar budçe hatiye amadekirin.