NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Pêşnûmaya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku pêşniyaz dikir ku Îsraîl ji cihê ku dagir kiriye vekişe û Filistîna serbixwe ya ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e bê avakirin nehat qebûlkirin.
Di dengdayîna KENYê de 8 welatan piştgirî dan pêşnûmayê, DYA û Awistiralyayê red kirin, Îngiltere, Lîtwanya, Nîjerya, Koreya Başûr û Ruandayê jî rayên bêaliyê dan.
Welatên ku piştgirî dan Fransa, Urdun, Şîlî, Arjantîn, Çad, Luksemburg, Çîn û Rûsya bûn.
Ji bo qebûlkirina pêşnûmayê dibê 9 ray bihatana sitendin.