Şirketên neftê yên biyanî yên Herêma Kurdistanê hê nikarin pereyên xwe ji hikûmeta Kurdistanê bistînin û ev pirsgirêka wan dewam dike.
Serokê Şirketa Şêwirmendiya Vejenê ya Carduchiyê Şivan Zulal wiha got: "Li herêmê pirsgirêka DÎŞIyê heye û bi Bexdayê re pirsgirêka aboriyê hê dewam dike. Di vê rewşê de bila kes bendê nebe ku hikûmeta Kurdistanê pereyên zêde bide şirketên neftê yên mezin.
Piştî ku şirketa îngiliz Gulf Keystona ku li herêma Kurdistanê neft derdixe û îxrac dike daxuyand ku ew ê êdî îxracata Tirkiyeyê neke, hikûmeta Kurdistanê nikare pereyê şirketên neftê yên biyanî yên li herêmê ne bide, nîqaşên der barê veberhênanên neftê wê êdî bên sekinandin de zêde bûn.
Zulal nûçegihana AAyê re got ku şirketên neftê li bendê ne ku hikûmeta Kurdistanê pereyê şirketên neftê yên li herêmê ne bide, lê aboriya Herêma Kurdistana Iraqê niha zêde ne baş e ku di demeke kin de pereyê wan bide.
Zulal got ku şirketên neftê ji ber ku pereyên wan nehat dayîn îxracat dane sekinandin û wiha axivî: "Wezareta Vejenê ev rewşa acil dît. Lê li herêmê pirsgirêka DÎŞIyê heye, bi Bexdayê re pirsgirêk dewam dikin. Di vê rewşê de bila tu kes bendê nebe ku hikûmeta Kurdistanê pereyên zêde bide şirketên neftê yên biyanî."
Pispora Navenda Xebatên Stratejîk a Zanîngeha Parastina Neteweyî ya li Washîngtonê Dr. Denîse Nataliyê jî daxuyand ku mijara perenedana şirketên neftê yên biyanî pirgirêkek e û çareserkirina vê jî zor e.
- "Neftderxistin jî îxrackirin jî wê dewam bike"
Pisporê neftê yê şirketa şêwirmendiyê ya vejenê FGEyê ya ku navenda wê Londra ye Cuneyt Kazokoglu jî got ku şirketên biyanî bixwazin jî nikarin veberhênanên xwe bidin sekinandin.
Kazokoglu wiha axivî: "Taybetmendiya Gulf Keystonê ew e ku bi kamyonê ve îxracê dike. Mînak Enerjiya Giştî jî girêdayî xeta boriyê ye û rasterast neftê dişîne Ceyhanê. Ji ber vê her çiqasî ew nikaribin ji hikûmeta navendî pereyên xwe bistînin jî ez ne bawer im îxraca wan gelekî kêm bibe. Lewra Iraqa Bakur macerayeke dûr û dirêj e. Planên wan ên mezin hene û ew mecbur in ku dewam bikin."
Şirketên neftê yên biyanî yên li herêma Kurdistanê piştî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirinek çêbûbû û hikûmeta navendî qebûl kiribû ku ew ê ji sedî 17 para herêmê bide, wan jî hêvî kiribû ku wê pereyê xwe bistînin.
Lê ji ber ku bihayê neftê kêm bû û qeyrana aboriyê derket Bexdayê hê pereyê herêma Kurdistanê neşandiye.