Rayedarên îstixbarata Amerîkayê ragihand ku şervanên biyanî ji bo tevî DÎŞI an jî komên din ên tundrew bibin, diçin Sûriye û Iraqê, heta niha hejmara kesên ku çûn derket 20 hezarî.
Li gor nûçeya ajansa Associated Pressê Serokê Navenda Têkoşîna Terorê ya Neteweyî Nîck Rasmûssen wê îro di Komîteya Ewlehiya Navxweyî ya Meclisa Nûneran de li ser mijarê biaxive. Li bendê ne ku Rasmûssen di axaftina xwe de bibêje 3 hezar û 400 jê ji welatên Rojava, nêzî 20 hezar şervanên biyanî ji bo ku tevî DÎŞI û komên din ên tundrew bibin çûn Sûriye û Iraqê.
Rayedaran got ku nêzî 150 welatiyên Amerîkayê çûn Sûriyeyê herêma şer an jî hewl didin ku derbasî herêmê bibin. Her wiha dema ku ev derbas bûn hin jê hatin girtin, hin jê jî li herêma şer mirin, hin jê jî hê di nav komên tundrew de şer dikin.
Rayedarên îstixbaratê destnîşan kir ku di 20 salên dawiyê de hejmara şervanên biyanî yên ku diçin Sûriyeyê ji hejmara biyaniyên ku diçin Efxanistan, Pakistan, Iraq, Yêmen û Somaliyê pir zêdetir e.
Rayedarên amerîkayî daxuyandin, şervanên biyanî yên ku ji 90 welatî çûn Sûriye û Iraqê dibe sedema fikarê ku ew vegerin welatên xwe û êrîşên terorî bikin.
Yek jî Serokê Amerîkayê Barack Obama der heqê rayeya leşkerî de pêşnûmayek amade kiriye ku raberî Kongreyê bike. Li gor pêşnûmayê sê salan raye ji artêşê re tê dayîn ku artêş li dijî DÎŞIyê şer bike.