Çêkirina avahiya termînalê ya Balafirgeha Diyarbekirê li ber qedandinê ye.
Li Balafirgeha Diyarbekirê ji ber ku avahiya termînalê û apronê têrê nedikir, seferên derveyî welêt ji xeynî dema hecê nedihatin kirin. Ev pirsgirêk wê bi avahiya termînalê ku 2 sal berê dest pê kirin çêkin, meha pêşiya me wê bi dawî bibe.
- Rojane wê 10 hezar rêwî ji îstifade bikin
Kapasîteya Balfirgeha Diyarbekirê salane 5 milyon rêwî ye û bi texmînî wê rojê 100 balafir rabûn û daynin. Ji balafirgehê wê rojane 10 hezar rêwî jê îstifade bikin.
Midûrê Balafirgeha Diyarbekirê ya Midûriyeta Giştî ya Meydanên Hewayê ya Dewletê Mustafa Durak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piştî temamkirina avahiya termînalê wê ji Diyarbekirê seferên navneteweyî bên kirin û wiha got: "Avahiya termînalê 87 mêtroqere ye, di avahiyê da 6 pire, otoparkeke bi kapasîteya hezar 38 wesaîtî, tesîsa palandinê û navenda germkirinê heye."
Durak diyar kir ku bi saya aprona teze wê 10 balafir di heman demê da rêwiya daynin û siwar bikin û wiha got: "Rojane wê 50 balafir rabin û 50 balafir jî daynin. Di apronê da wê 10 balafir bixebitin. Ji ber derfetan ji xeynî heyama hecê seferên derveyî welêt nedihatin kirin. Piştî temambûna avahiyê wê seferên Ewropayê û dewletên cînar jî çêbin. Di navbera Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û dinyayê da dibe pire."