19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Li Rûsyayê pispor destnîşan dikin ku hevkarî û nêzikbûna di navbera Enqere û Moskovayê da wê feydeyeke mezin bide çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê.
Pisporên ji Rûsyayê hevdîtinên Sûriyeyê yên ku tê plankirin li Astanaya paytextê Kazakistanê bên kirin, ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin.
Pispor destnîşan dikin ku rejima Esed û komên mixalif ên çekdar ku li qadê şer dikin wê cara ewil rasterast bên bal hev. Pisporên ji Rûsyayê diyar dikin ku ev jî ji bo çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê gaveke girîng e.
Borîs Dolgovê lêkolînerê Enstîtuya Zanistanên Rohjilatê û Ereban a Akademiya Zanistan a Rûsyayê destnîşan kir ku bi hewla Tirkiyeyê li Sûriyeyê kom tên ser maseyê û wiha got: "Hevdîtinên li Astanayê wê hêsan nebe. Lê em dizanin ku di dîrokê da qeyranên wiha bi serkeftî hatine çareserkirin."
Dolgov wiha qise kir, "Li Astanayê rejima Sûriyeyê û komên muxalifên çekdar dê cara yekê bi awayekî rûbirû bên cem hev. Ev pêşketineke cidî ye û Tirkiye nebûya çênedibû. Tirkiye baş dizane ku li Sûriyeyê aliyên ku şer dikin, çi dixwazin û dikarin kîjan tawîzan bidin."
- Hevkariya Enqere-Moskovayê encamên bandordar dide
Şêwirmenda Serokê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê û pispora Rojhilata Navîn Yelena Suponînayê jî bal kişand ku Tirkiye û Rûsyayê di mijara Sûriyeyê da pozîsyonên xwe nêzîkî hevdu kirin û bi vî awayî agirbest û pêvajoya muzakereyê kemilî û wiha pê da çû:
"Piştî lihevkirina Enqere û Moskovayê, di kurtedemeke ku meriv dikare wekî rekor bihesibîne da encamên bandordar hatin standin. Tirkiye tekane welat e ku li ser muxalifên çekdar giraniya wê heye û dikare wan kaşî ser maseya muzakereyê bike."
- Aliyên ku li qadê şer dikirin ji bo xwîn bisekine cara ewil tên bal hev
Serokê Koma Hevkarî û Hevaltiyê yên Welatên Ereba Vyaçeslav Matûzo ragihand ku der barê hevdîtinên Astanayê hêvîdar in. Hevkariya Tirkiye-Rûsyayê li Helebê xwe nîşan da. Dikarin vê lihevkirinê li temamê Sûriyeyê bisepînin.
Matûzov got ku aliyên ku ev 6 sal e li hember hev şer dikin li ser maseyekê dê bên bal hev û wiha dewam kir: "Aliyên ku li qadê şer dikirin ji bo xwîn bisekine cara ewil tên bal hev. Ev pêvajoyeke zor û zehmet e. Ne tenê Tirkiye û Rûsya divê Îran, DYA û welatên der dorê jî hewl bidin. Mînaka Helebê nîşan dide ku bi piştgiriya Tirkiyeyê encamên girîng hatin bidestxistin."