23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Pisporê Zanista Siyasetê Selaheddîn Herseniyê îranî îdia kir, encamên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê wê li herêmê denklemên siyasî biguherîne û îranê were tengavkirin.
Meqaleyeke Hersenî li Îbtîkarê ku li Îranê rojnameyeke reformîst e, hat weşandin. Hersenî di maqaleya xwe da ji ber polîtîkayên ku Îran li herêmê dişopîne û piştî Konferansa Munîhê bû hedefa rexneyan û li ser encama konferansê sekinî.
Hersenî dibêje, dibe ku welatên herêmê Îranê "tenê bihêlin" û wiha dewam kir: "Piştî Munîhê Îran dê zêdetir were tengavkirin. Rojên dijwar li pêş me ne. Ev rewş wê li herêmê denklemên siyasî tevlihev bike. Îranê jî ev yek hildaye ser xwe."
Pisporê îranî diyar kir, piştî ku rêvebiriya Donald Trumpê Serokê Emrîkayê dest bi wezîfeyê kir, rageşiya navbera Erebistana Siûdî û Îranê ji ber polîtîkayên ku rêvebiriya Trump li ser herêmê û Îranê meşand, zêde bû. Pispor wiha dewam kir: "Heke siyaseta tenêhîştina Îranê bi stratejiya rêvebiriya Trump va zêdetir bibe, kozên destê Erebistana siûdî wê li dijî Îranê zêde bibe. Lewra di van şertan da pêdiviya Erebistana Siûdî wê bi piştgiriya Emrîkayê çêbe, hetta wê hin erebên ku di bin tesîra Îranê da ne, wê ji bo wan teşwîq bike ku ji bin tesîra Îranê derbikevin."
Hersenî di dawiya maqaleya xwe da li ser siyaseta ku divê Îran bişopîne sekinî û wiha got:
"Piştî Munîhê li dijî Îranê encam çêbûn. Dema ku meriv van encaman dide ber çavên xwe, divê rayedarên îranî vê rewşa heyî bi heqîqetên wê va qebûl bikin û ji her cure hewlên ku wê bibin sedema tehrîkê, birevin. Îran ji aliyekê va hewl dide ku têkiliyên xwe yên li herêmê temîr bike, ji aliyekî din va divê ji tansiyona bilind bireve. Dema ku em li ser hişmendî û rasyoneltiya dîplomasiya xwe bisekinin, ev îhtimal ne dûr in."
Hefteya çûyî li Munîha bajarê Almanyayê 53yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Navneteweyî hatibû lidarxistin û bi sedema ku herêmê bê îstiqrar dike, rêvebiriya Tehranê hatibû rexnekirin.