23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ANKARA
Di 184emîn roja Operasyona Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê didomîne da 104 hedefên DEAŞê ji beja û asîman hatin lêdan. Di encama gulebarana topavêjê, hemleyên asîmanî û pevçûnên ku qewimîn da 56 terorîst hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ku di 24ê Tebaxa 2016an da li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina gefên terorê û xurtkirina ewlekariya sînor û piştevaniya hêzên hevpeymana navneteweyî hatibû lidarxistin, berdewam e.
Di 184emîn roja hemleyê da grûbên hêza peywira taybet ku ji unsûrên muxalif pêk tên, digel alîkariya gulebarana ji beja û asîman va li Baba ku bi piranî hat kontrolkirin, hemleya xwe ya paqijkirina unsûrên rêxistina terorê DEAŞê didomînin. Herwiha du taxên din jî hatin kontrolkirin.
Di gulebarana unsûrên Fermandariya Hêzên Bejayiyê da 90 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku di navê da stargeh, çeper, kozik û tesîsên kontrola komûtayê jî hene, hatin lêdan.
Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî jî li dijî 14 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hemleyeke asîmanî li dar xist. Jetan, wesayiteke bombebarkirî, tunelek û 12 avahî ji navê birin.
Di encama hemleyên asîmanî yên firokeyên cengê yên hevpeymanê da jî 11 terorîstên endamê DEAŞê hatin kuştin û wesayiteke bombebarkirî hat jinavbirin.
Herwiha di encama gulebarana topavêjê, hemleyên asîmanî û pevçûnên ku qewimîn da 56 terorîst hatin kuştin.