23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ANKARA
PKK/PYDya rêxistina terorê, bêyî ku pergala demografiya Sûriyeyê raçav bike, ji aloziyê mifadar dibe û hewl dide ku zêdetir axê bi dest bixe.
Li gor agahiya ku li herêmê ji çavkaniyên leşkerî hat hildan, Operasyona Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk ji bo El Babê dikin, bi serkeftî dewam dike û piraniya bajêr ket destê Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA).
Hêzên Çekdar ên Tirk ji aliyekê va ji bo têkbirina DEAŞa rêxistina terorê ra şer dike, ji aliyekî din va jî têkoşîna PKK/PYDya rêxistina terorê bê navber didomîne.
PKK/PYDya rêxistina terorê li Sûriyeyê pergala demografîk raçav nake û ji aloziyê mifadar dibe ku zêdetir axê bi dest bixe. Rêxistina terorê ji bo bidestxistina vê hedefa xwe hem jiyana sivîlan hem jî rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bûyera ku niyeta rêxistina terorê herî baş dide nîşan, pêr li gundê Cibrîna ku dikeve başûrê rojhilata Azezê, qewimî.
Terorîstên mensûbê PKK/PYDê bi topên hewanê va êrîşî gundê Cibrînê kir û di êrîşê da du zarok û sê jin mirin.
- Malbata ku di destê DEAŞê da bû hat rizgarkirin
Ji aliyekî din va ASAya ku TSK piştgiriyê didê, li El Babê lêgerîna gule û teqemeniyan didomîne. Di lêgerînan da tunêleke terorîstên DEAŞê hat dîtin.
Hêzên ASAyê ji aliyekî din va jî malbatên ku di nav şer da mane, xelas dike û dibe cihên biewle. Li navenda bajêr ji bo xelaskirina malbatekê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê da terorîst hatin kuştin û hêzên ASAyê malbat jî sewqî herêma biewle kir.
TSK jî bi obusên bagerê va li hedefên DEAŞê dixe.