25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ANKARA
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Helebceyê Serwer Cafer diyar kir ku rêxistina terorî PKK li ser sînorê Herêma Kurdistan û Îranê li deverên wek Pênciwên 7 xalên korsan ji bo kontrolê daniye û ji welatiyên ku bi ker û qantiran bazirganiyê dikin rojane 80 milyon dînar (60 hezar dolar) xerac distîne.
Cafer, ji bo malpera resmî ya PDKê agahî dan û ragihand ku PKKê li deverên wek Birale, Goxilan, Balan, Şiyegiwêzan, Wêne, Darûxan û Seyraniyeyê ku ser bi navçeya Pênciwênê ne xalên korsan ji bo xeracê daniye û ji welatiyên ku bi qantiran bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dikin xeracê digire.
Berpirsê PDKê li Helebceyê bal kişand ser wê yekê ku rêxistin di rojên havînê de ji 80 milyon dînar (60 hezar dolar) bidest dixe ku serê her barî 120 hezar dînarî (97 dolar) distîne.
Cafer dibêje her şevê erebeyek tê û wan pereyên hatine komkirin dibe.
Herwiha Cafer radigihîne ku binkeyeke serekî ya PKKê li nêzîkî şaroçkeya Navparêz ku jê re Guwêjê Aza jî dibêjin heye û emrê milîtanên rêxistinê ji vê navendê ve tê dayîn.
PKK li gelek deverên Herêma Kurdistanê ku girêdayî Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê ne jî neheqî û zilmê li xelkê dike û cihê ku qeweta wê têr bike xeracê ji welatiyên adetî jî distîne.