Nihat Kavşut
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
QUDS
Li Qudsê ji ber bûyerên di navbera ciwanên filistînî û leşkerên Îsraîlê da derketin 3 jê filistînî û yek jê polêsê Îsraîlê 4 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya polêsên Îsraîlê li deriyê Şamê 2 ciwanên filistînî êrîşî leşkerên Îsraîlê kir.
Hat diyarkirin polêsên Îsraîlê guleya berdidin û ji ber bûyerê ciwanek li ciyê bûyerê tê kuştin. Di daxuyaniya polêsan da der barê aqûbeta ciwanê din agahî nehat dayîn.
Wek mayîn li ser Kolana Siltan Silêman 2 filistînî bi çek û kêran êrîşî leşkerên Îsraîlê dikin û tên kuştin.
Hat diyarkirin Hadas Malkaya polêsa jin a di bûyeran da birîndar bû li nexweşxaneyê mir.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand di bûyeran da ciwanên filistînî yên bi navê Bera Îbrahîm Salih, Adil Hesen Ehmed Ankuş û Amir Mihemmed Evdilqadir Bedewî bi destê polêsên Îsraîlê hatine kuştin.
Li gor nûçeya rojnameya Yedioth Ahranotê jî 2 jê filistînî û 2 jê cihû 4 kes di bûyeran da birîndar bûn.