ANKARA
Keştiya ku nefta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dikişîne gihêşt DYAyê. Keştî nêzikî peravên Teksasê bû. DYA li dijî firotina nefta Herêma Kurdistanê bû û hatina keştiyê bû sedem ku helwesta DYAyê ya der barê firotina neftê de guheriye.
Nîqaşên der barê firotina nefta HKIyê ya ku bi xeta boriyê tê Ceyhanê berdewam dikin. Di meha hezîranê de ji Ceyhanê li keştiya bi navê Unîted Kalavrvtayê nefta HKIyê bar kirin. Keştî duh hat DYAyê û nêzî lengergeha Galvestona eyaleta Teksasê sekinî.
Ev geşedan nîqaşeke nû jî bi xwe re anî. DYA heta niha bêyî ku destûra hikûmeta navend a Bexdayê bê sitandin, li dîjî firotina nefta Herêma Kurdistana Iraqê derdiket. Ji ber vê yekê ji bo firotina nefta HKIyê di dîtina bikêran de zehmetî dikişandin û neftê bi bihayekê kêm difrotin.
Dema mirov bala xwe dide li ser helwesta muxalîf a DYAyê ya ji bo bêdestûr firotina nefta HKIyê, îxtimala ji aliyê şirketên DYAyê ve sitandina nefta HKIyê pirsa "Gelo polîtîkaya DYAyê ya der barê nefta Herêma Kurdistana Iraqê de diguhere" anî rojevê.
Pisporan li ser geşedanên dawîn, rûdanên der barê guherîn an neguherîna helwesta DYAyê ya Iraqê de ji nûçegihana AAyê re nirxandin.
Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Dewletê ya Mîsê Dr. David Romano diyar kir ku duh beşdarî civîna Komîteya Têkiliyên Derve yê Kongreya DYAyê bû. Romano parast ku axaftinên di civînê de nîşaneya guherîna polîtîkaya DYAyê ya der barê Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.
Romano got ku "Li DYAyê polîtîkaya der barê Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê û nefta Kurdistanê de tê nîqaşkirin" û bi kurtasî wiha qala axaftinên di civînê de kir: "Endamên kongreyê Arîkarê Wezîrê Karên Derve yê ku ji Iraqê Berpirsyar e Brett McGurk û Arîkara Wezîrê Parastinê Elissa Slotkin gelek rexne kirin. Rexne bêtir li ser van mijaran bû: 'Neserkeftinên hikûmeta Nûrî Malikî, Gelo çiqas bi mantiq e ku DYA sînorên Iraqê yên ku îngilîzan ew bi rastkêşê diyar kirin û yekîtiya axa Iraqê biparêze, dijîtiya firotina nefta Kurdistanê polîtîkayeke xelet e.' Endamê Kongreyê yê ji South Carîlonayê Dûcan got ku divê em helwesta kurdan a dostane ya der barê DYAyê de bidin ber çav û bizanin ku di navbera salên 2003 û 2011an de li Herêma Kurdistana Iraqê leşkerekî DYAyê jî nehatiye kuştin. Dûcan bal kişand li ser xetereya xeyidandina dosteke bi vî awayî."
"Zû an dereng divê biguhere"
Pispora Iraqê ya Wîlson Centera ku navenda wê Washîngton e, Marina Ottawayê jî got ku keştî hê jî bi qasî mesafeyeke du rojan dûrî Galvestonê ye, ji ber vê yekê teqez nîne ka dê keştî biçe wir an na, dibe ku hê jî rotaya xwe biguherîne."
Ottawayê diyar kir ku heke keştî biçe Galvestonê dê ev yek bê 3 wateyan û wiha axivî: "A yekemîn; DYA ferq kiriye ku li hember DÎŞIyê divê piştgiriyê bide Kurdistan û pêşmergeyan. Dibe ku bê wateya ku DYAyê polîtîkaya xwe ya ku li dijî firotina nefta Kurdistanê ye hêj neguherandiye, lê belê hişyarî dişîne ji Malikî re. Dixwaze bibêje ku 'heke tu hevkariyê nekî, bibîne ka em dikarin çi bikin.' Herî dawîn jî şirket an jî şirketên ku neft sitandin, polîtîkaya DYAyê fedayê berjewendiyên xwe bi xwe dikin."
Ottawayê diyar kir ku divê helwesta neyînî ya DYAyê ya der barê firotina nefta Herêma Kurdistanê de zû an dereng biguhere û wiha axivî: "Ji ber ku DYA ji bo ku bikaribe DÎŞIyê têk bibe, muhtacê kurdan e. Dibe ku hatina vê keştiyê ya Galvestonê nîşaneya vê yekê be."