Abdullah Tel
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
MOSKOVA
Hat ragihandin Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn operasyona ku Amerîka, Îngiltere û Rûsyayê birin ser rejima Sûriyeyê, bi awayê herî tund şermezar kir.
Di daxuyaniya Kremlînê weşand da Pûtîn bertek nîşanî operasyona li ser Sûriyeyê da.
Putîn destnîşan kir ku Amerîka û mutefîqên wî li Sûriyeyê bi moşekan êrîşî ser binesaziyên sivîl û eskerî kirin û di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Bêyî kirdariyên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, bi binpêkirina rêzik û normên hiqûqa navneteweyî û rêziknameya Neteweyên Yekbûyî va ev yek li hemberî dewleteke serdest a di têkoşîna dijî terorê da li eniya herî pêş cih digire, çalakiyeke êrîşkar e."
Serokê Dewleta Rûsyayê di daxuyaniyê da ragihand ku Amerîkayê par jî bi "hinceta emilandina çekên jehrî" li hemberî sivîlan êrîşî ser Şayratê kir û got ku niha jî heman tiştî bi hinceta Dûmayê dubare dike. Pûtîn got ku şêniyên li herêmê tu agahiyekê êrîşa bi çekên jehrî hatiye kirin, piştrast bike, nedan û pisporên eskerî yên Ûris jî li herêmê rastî nîşaneyeke xaza klor û madeyeke jehrî nehatin.