Ali Cura,Emre Gürkan Abay
14 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2023
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn diyar kir ku Wagnera koma şervanên biperetî bi hiqûqî tuneye û wiha got, "Der heqê şirketên eskerî yên taybet da qanûneke me tuneye. Heger qanûn tunebe Wagnera şirketa eskerên biperetî jî tuneye. Tiştekî hikmî tuneye."
Vladimîr Putîn daxuyanî da rojnameya Kommersantê û der barê Wagnera koma şervanên biperetî da ku serî ji rêvebiriya Rûsyayê ra rakir, axivî.
Putîn destnîşan kir ku ev rewş ji bo civaka Rûsyayê gelekî eşkere ye û got ku şervanên Wagner bi xîretkêşî şer kirin, lê ew tevlî bûyera serhildêr ya 24ê Hezîranê kirin û ev dibe sedema xemgîniyê.
Vladimîr Putîn wiga got, "Bi civîna min bi wan ra, min him tiştên ku di şer da kirine û him jî bûyerên 24ê Hezîranê nirxandin. Şerkirin jî di navê da min tercihên xizmetê yên di pêşerojê da jî pêşkêşî wan kirin."
Putîn li ser pirsa ku Wagnerê weke yekeya şer hebûna xwe bidomîne yan na, wiha peyivî, "Wagnera şirketa eskerên biperetî tuneye. Der heqê şirketên eskerî yên taybet da qanûneke me tuneye. Heger qanûn tunebe Wagnera şirketa eskerên biperetî jî tuneye. Tiştekî hikmî tuneye. Komek heye, lê hiqûqî tuneye."
Putîn ragihand ku fermîkirina saziyên eskeran bi peretî didin xebatê mijareke din e û got ku ev mijar divê ji alî parlemento û hikûmetê va bê qisekirin û mijareke bi zehmet e.
- Putîn ji şervanên Wagnerê dixwaze ku bila bikevin bin emrê fermandarekî
Putîn di 29ê Hezîranê da bi 35 fermandarên Wagnerê ra hevdîtin kiribû û ji wan ra gotibû ku hûn li Kremlînê ne. Putîn destnîşan kir ku ji bo îstixdamkirina fermandaran vebijêrk pêşkêş kirine û ji wan xwestiye ku bila bikevin bin emrê fermandarê bi leqebê "Seda" tê zanîn.
Di berdewamiya axaftina xwe da Putîn destnîşan kir ku şervanên Wagnerê ev 16 meh in di bin fermandariya wî fermandarî da dixebitin û wiha pê da çû: "Hemû dikarin li ciyekî kom bibin û xizmetê bikin û ji bo wan tiştek naguhere. Ew ê ji alî kesê ku ji serî da fermandarê wan e va bên birêvebirin."
Putîn diyar kir ku gelek fermandaran ji bo vê pêşniyazê serê xwe hêjand, lê avakarê Wagnerê Yevgeniy Prigojinê ku li herî pêşiyê rûdinişt ev yek nedît û got ku merivên wî vê yekê qebûl nakin.