Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2020
Di qada navneteweyî da ji bo çareseriya qeyrana li Libyayê gotubêj dewam dikin. Artêşa Libyayê ya li benda encamê sekiniye jî li ser îhtimaleke neyînî ji bo herêmên navîn û cihên nêzî herêma Hîvika Neftê ne rizgar bike ji herêm û bajarên curbecur ên welêt ber bi eniya Sîrteyê va sewqiyatên eskerî didomîne.
Milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê li herêmên rojavayê welêt li hemberî artêşa Libyayê têk çûn, li herêma Hîvika Neftê jî di nav xwe da pevçûn û şêniyên bajarê Cufrayê jî ji ber kuştin û revandinên li bajêr dijî wan çalakî li dar xistin û ew niha bêçare mane.
- Wagner ji bo artêşa Libyayê pirsgirêka sereke ye
Milîsên Hefter heta eskerên peretî yên ku ji Sûdan û Çadê hatine bo artêşa Libyayê pirsgirêk nînin lê eskerên peretî yên Wagner a saziya ewlehiyê ya Ûris ji bo artêşa ku dixwaze Baregeha Hewayî ya Cufrayê rizgar bike, pirsgirêka sereke ne.
Tê gotin ku li Libyayê di navbera 2 hezar û 2 hezar û 500î da eskerên biyanî yên mensûbên Wagnerê ne hene. Di bin kontrola van eskerên bi peretî da zêdetirî 14 balafir, wesayîtên hewayî yên bêmirov, pergala parastina hewayî û gelek amûrên eskerî hene û ji ber vê cebilxaneyê ew li gor eskerên din zêdetir bi talûke ne.
Eskerên peretî yên Wagnerê ji bo rê li ber pêşveçûna artêşa Libyayê bigirin weke li başûrê Trablûsê kirin dixwazin li eniya Sîrteyê jî mayinan bi cih bikin û şer biqede jî dixwazin zirareke mezin bidin.
Çapemeniya ereban di nûçeyên xwe yên spartin çavkaniyên eskerî da ragihandin ku eskerên peretî yên Wagnerê ji rojavayê ber bi rojhilatê Sîrteyê va, li Cufrayê jî ji Veddan û Hûn Sukneyê çûn Zilleha li rojhilatê bajêr dikeve.
Dema eskerên peretî yên Wagnerê tevlî cebilxaneyên xwe ji Cufra û Sîrteyê vekişin wê demê milîsên Hefter nikarin zêde li ber xwe bidin.
Di şerê li Trablûsê qewimî da ev yek hat dîtin. Eskerên peretî yên Wagnerê ji Benî Welîd a başûrê rojhilatê Trablûsê dikeve vekişiyan û milîsên Hefter di nav çend rojan da li hemû herêmên rojava têk çûbûn.
Ji 17ê Rêbendanê vir va qadên neftê û bendergeh girtîne û îhtimal heye ku artêşa Libyayê bi xêra peymaneke siyasî ya lihev kirin pêk bê va bikaribe bê şer û pevçûn bikeve Sîrte heta Cufrayê.
Cuma el-Kumatiyê Nunerê Mexrîbê yê Serokwezîr Libyayê roja yekşemê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandibû û gotibû ku du welatiyên Ûris ên girtî serbest hatin berdan û bi sayê jî bi Rûsyayê ra peymanek hat çêkirin û dibe ku di rojên pêş da Sîrte û Cufra ji milîsên Hafter bê rizgarkirin.
- Ji sedî 80yî zêdetirên milîsên Hefter eskerên peretî ne
Rêveberiya Misrê tehdît kir ku heke ji xeta Sîrte-Cufrayê derbasî çêbibe wê mudaxaleya eskerî bibe ser Libyayê. Lê ji ber ku Libya û civaka navneteweyî bertek nîşanî vê yekê da gotin guherî û şûna xwe ji "aştî û çareseriya siyasî" ra hişt.
Di vê çarçoveyê da jî Konseya Parastina Neteweyî ya Misrê roja yekşemê ragihand ku ew ji bo qeyrana li Libyayê biqede û li gor çareseriyên siyasî tevdigerin.
Di nav milîsên Hefter da eskerên peretî yên ji Sûdan û Çadê hatine hene lê ew ji ber ku çekên wan zêde nînin talûkeyeke mezin nînin.
Fermandarê Daîreya Hereketa Rojava ya Artêşa Libyayê Usame Cuveylî destnîşan kir ku milîsên Hefter ji sedî 80yî wan ji eskerên peretî pêk tên.