Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
MOSKOVA
Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê û Donald Trumpê Serokê Emrîkayê 7ê Tîrmehê wê bi minasebeta Zîrweya G20ê bicivin.
Yuriy Uşakovê Şêwirmendê Polîtîkaya Derva yê Kremlînê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir Putîn û Trump li Hamburga Almanyayê 7ê Tîrmehê wê bi minasebeta Zîrweya G20ê ya 12emîn bicivin.
Qesra Sipî jî di daxuyaniya xwe ya berê da destnîşan kiribû hevdîtina ewil a herdu serokan wê li Zîrweya G20ê çêbibe.
Tê destnîşankirin di hevdîtinê da ji xeynî geşedanên li Ukrayna û Sûriyeyê astengiya mulkiyetê ya li ser diplomatên Rûsyayê yên li DYAyê û paşvaşandina 35 diplomatên Rûsyayê yên di meha tebaxê da bên rojevê.