04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
MOSKOVA
Li Rûsyayê pêvajoya ji bo girtina "Navenda Çandê ya Tirk-Rûsan" û "Oxford Vîsîon"a sazîbûna li St. Petersburgê ya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) dan destpêkirin.
Li gor xebera RIA Novostiya ajansa nûçeyan a Rûsyayê, di teftişa ku ji gulanê vir da bi destê Wezareta Darayiyê, Wezareta Rewşa Acil û Wezareta Koç û Îstixdamê ya Rûsyayê hat kirin da rayedaran tesbît kirin ku li Oxford Vîsîona xwendingeha ziman û "Navenda Çandê ya Tirk-Rûsan" ên têkiliyên wan bi FETOyê ra hene, gelek qanûn hatine binpêkirin.
Di encama tesbîtan da li herdu saziyan cezayekî pereyan yê mezin hat birîn. Adnan Ozturkê avakarê Navenda Çandê ya Tirk-Rûsan û Eşref Sarişahînê mamosteyê Oxsford Vîsîonê ji ber ku bertîl teklîfî wezîfedaran kirin hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji meqamên fermî sitand, herdu sazî ji gulana 2013an vir da bi têkiliyên FETO va li Moskova û St. Petersburgê û hin bajarên Rûsyayê xebatan didomînin.
Tê gotin ku kêm zêde sal û nîvek e çalakiyên herdu saziyan li ber xilasbûnê ne, di encama îxbarên fermî da herdu sazî tên teftîşkirin û saziyan di xebatên xwe da gelek qanûn binpê kirine û ev jî bi destê meqamên Rûsyayê hatine tesbîtkirin.
Rayedar dibêjin ku ev saziyên ku têkliyên wan bi FETOyê ra hene wê bi biryara dadgehê bên girtin an jî herdu sazî wê xwe fesix bikin.