Muhammet Kurşun
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li konsolosên Filîstîn, Îmarat, Kuweyt, Sûdan, Urdin, Misir û Siûdiyê li Herêma Kurdisanê kir.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, konsolosên welatên erebî, ji bo têkşikandina terorîstên DEAŞê destxweşî li Barzanî û Pêşmerge kirin û rola wan di şerê rizgarkirina Mûsilê de jî bilind nirxandin. Herwiha sipasiya xelkê Herêma Kurdistanê kirin ku di rojên pir giran û teng da arîkariya bi sed hezaran penaberan kirine û îhtiyaciyên wan qedandine.
Konsolosan ji Barzanî xwest ku der barê pêşeroja Mûsilê de wan ronî bike.
Li ser vê Barzanî anî ziman ku qonaxa piştî DEAŞê gelekî hestiyar e û divê rê li ber dubarebûna wê zemînê were girtin da ku DEAŞ careke din dernekeve.
Barzanî der barê haziriyên Mûsilê de wiha agahî dan:
"Berî destpêka operasyona Mûsilê me bi aliyên Emrîka û Iraqê re civîn kirin. Me got divê li kêleka plana eskerî planeke hevbeş a siyasî û îdarî jî hebe ji bo Nînowayê. Lê mixabin ev pêşniyara me li ber çav negirtin. Li şûna wê biryar hat dayîn ku lijneyeke bala ya ji bo hemahengiyê were çêkirin. Lê ew jî nehat kirin û niha îşaretên probleman dixuyên."
Serokê Herêma Kurdistanê zêde wiha nirxandin kir:
"DEAŞ li Mûsilê ber ni nemanê ve diçe. Lê ev nayê wê me'neyê ku DEAŞ û teror bidawî dibe. Eger ew faktorên ku bûne sedema derketin û bihêzbûna DEAŞê ji holê ranebin, ne dûr e ku teror bi nav û şêweyekî din serî hilde. Loma divê rê li ber vê rewşê were girtin. Divê di îradekirina wê wîlayetê de daxwazên pêkhateyên wê wîlayetê li ber çav bên gritin. Lazim e careke din ew karesat bi serê wî xelkî de neyê.
Li ser referandûmê jî wiha axivî:
"Referandûm heqekî şer'î û siriştî yê xelkê Kurdistanê ye. Divê hemû alî rêzê li vî heqî bigirin û hurmetî nîşanî daxwazên xelkê Kurdistanê bidin. Xelkê Kurdistanê bi rêya diyalog û amûrê aştiyane rêya serxwebûnê û misogerkirina heqan daye ber xwe. Ev jî tekane zemîn e ji bo rêlibergirtina dubarebûna şer û reqabeteke xwînavî."