16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
HELEB
Li Sûriyeyê komên terorîst ên li aliyê rejimê ne konvoya tehliyekirinê ya ku ji rojhilatê Helebê birê ketibû dan sekinandin û bi sedan kes dîl girtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Helebê da komên terorîst ên biyanî yên alî rejimê li herêma Ramûseyê gule berî konvoyê dan. Li ser vê konvoy sekinî û qelebalixa ku ji hêla komên alîgirên rejimê va hatibû organîzekirin li pêş konvoyê sekinî kom bûn û çalakî kirin.
Komên terorîst ji muxalifan tawîzê dixwazin
Kesên di nav qelebaliqê da xwe wek xizmên kesên li bajaroka Fua û Kefreya ser Îdliba di bin kontrola rejimê da dijîn nîşan dan û xwestin ku bila muxalif ji wan deran vekişin.
Komên terorîst ên biyanî ji konvoya ku 16 otobus û wesayîtên din jî tê da ne nêzî 800 kesî dîl girtin.
Tê zanîn kom bi destê Generalê Îranê Seyîd Cewad va tên kontrolkirin.
18 herêmên di dorpêça rejimê da
Du bajarokên ku ji 15 hezar nifêsê şiî pêk tê bi destê Hizbullahê û Mihafizên Şoreşê yê Îranê tên kontrolkirin.
Bajarok di dorpêça mixalifan da ne lê belê rejim ji hewayê wan ra alîkariyê dişîne. Hewcedariyên sivîlan bi vî awayî tên dîtin.
Generalê Îranê Seyîd Cewad ev demek e ji ser Rûsyayê ra daxwazên xwe yên der barê Fua û Kefreyê dianî ziman.
Lê belê mixalifên ku ev sal û nîvek e bajarok hildane dorpêçê ev daxwazana qebûl nekiribûn.
Mixalîfan got ku ev bajarok arîkariyê dibînin ji ber vê yekê kes nikare bi Helebê ra miqayese bike.
Mixalîfan got ku di bin kontrola rejimê hê 18 herêm mane û talûkayeke mezin heye ku li wan deran qetlîam bên kirin.
- Tehlîyekirina merivan hat sekinandin
Rêxistina Tendurîstiyê ya Dinyayê (WHO) jî daxuyaniyek da û got heta biryareke nû tehliyekirina merivên sivîl hatiye sekinandin.