24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Serokê Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê Evdirehman Mistefa destnîşan kir PYDya ku Tel Ebyadê bi dest xistiye nahêle penaberên ji Sûriyeyê derbasî welatê xwe bibin.
Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir penaberên ku li Akçakaleyê dimînin dixwazin di eydê derbasî welatê xwe bibin û wiha got: "Lê PYDya ku Tel Ebyadê bi dest xistiye nahêle penaberên ji Sûriyeyê derbasî welatê xwe bibin. PYDyê dest danî ser mal û xaniyên tirkmen û ereban. PYD stratejiya xwe berdewam dike û demografiya herêmê xera dike."
Mistefa xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Em hêvî dikin ku li Sûriyeyê aştî çêbe û welatî eyda xwe li mala xwe pîroz bikin. Li ser gel giraniya şer heye. Gotin bila Esed here, lê gelê Sûriyeyê çû. Ev jî li gor hêzên navneteweyî çêdibe. Li Sûriyeyê rewş tevihev e û piştî hatina Rusyayê jî rewş tavlihevtir dibe."
PYDya ku di 15ê hezîranê da Tel Ebyadê bi dest xist nahêle penaberên ji Sûriyeyê derbasî welatê xwe bibin.