30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
HATAY
Ji Efrîna herêma Sûriyeyê mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê 2 roket avêtin Reyhanliya navçeya Hatayê û di êrîşê da kesek birîndar bû.
Ji herêma Efrîna ku Artêşa Tirkiyê lê Operasyona Çiqlê Zeytûnê birêva dibe 2 roket hatin avêtin û li dîwarê xaniyekî vala yê li Taxa Gultepeyê ketin.
Gelek ekîbên polês, tenduristî û agirkujiyê derbasî cihê bûyerê bûn.
Kesekî di êrîşê da birîndar bû jî birin nexweşxaneyê.
Wesayîtek û xaniyê ku roket lê ket di êrîşê da zirar dîtin.