30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
ANKARA
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe ya der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got, "Ev demek e ji bona meşrûiyeta Operasyona Çiqlê Zeytûnê qirêj bikin wek dezenformasyon hin weşan û xebat tên kirin û eşkere ye ku ev derew û buxtan bi destê rêxistinên terorî û alîgirên wan tên kirin. Armanca van weşanan reşkirina operasyonê ye. Divê tukes qîma xwe bi van neyne."
Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê da hat bibîrxistin ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike, 20ê rêbendanê roja şemiyê di saet 17.00an da "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" dabû destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, bi taybetî biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê yên wekî 1624 (2005), 2170 (2014), 2178 (2014) û madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî ya mafê xweparastina rewa li ser esasê rêzgirtina li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di plankirin û cîbicîanîna operasyonê da bi tenê terorîst û stargeh, şikeft, kozik, çeper, wesayit û alavên wan hedef in, ji bo ku zirar negihêje sivîl û bêgunehan her cure hesasiyet tê nîşandan.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ev demek e ji bona meşrûiyeta Operasyona Çiqlê Zeytûnê qirêj bikin wek dezenformasyon hin weşan û xebat tên kirin û wiha hat dewamkirin, "Eşkere ye ku ev derew û buxtan bi destê rêxistinên terorê û alîgirên wan tên kirin. Armanca van weşanan reşkirina operasyonê ye. Divê tu kes qîma xwe bi van neyne."
Di dewama daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di plankirin û cîbicîanîna operasyonê da bi tenê terorîst û stargeh, şikeft, kozik, çeper, wesayit û alavên wan hedef in, ji bo ku zirar negihîje sivîl û bêgunehan her cure hesasiyet tê nîşandan. Artêşa Tirkiyeyê wekî her carê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da jî bi tenê terorîstan dike hedef. Însanên sivîl û bêguneh bi tu awayî nabin hedef.
Herwiha ji destpêka operasyonê heya niha avahiyên dînî, berhemên dîrokî û berateyên çandî û arkeolojîk ên li qada operasyonê bi bi tu awayî nebûne hedefa Artêşa Tirkiyeyê û herwisa di hedefên me da jî nînin. Hedefên ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê tên lêdan, bi temamî tên tomarkirin. Di vê çarçoveyê da Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê pir hesas tevdigere ku zirar û ziyan negihêje dewrûberê jî.
Ji xeynî van xusûsan, ji aliyê Hêzên me yên Asîmanî va muhimatên wekî napalm, kîmyayî, biyolojîk ku li gorî hiqûq û peymanên navneteweyî qedexe ne nayên bikaranîn. Muhimatên bi vî rengî di envanterê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê da tunene."