18 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2019
Serdar Kiliçê Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê got, "Dibêjin PYD/YPG dostê Amerîkayê ye lêbelê ew dostê Amerîkayê nînin. Komeke wisa ye ku ji bo li Sûriyeyê dewleteke Marksîst ava bike piştgiriya Amerîkayê bi kar tîne. Armanca me ya sereke ew e ku yekîtiya erdên Sûriyeyê û yekîtiya wê ya sîyasî were pêkanîn."
Kiliçê Balyoz beşdarî bernameya "News Hour"ê ya di televizyona PBSyê ya Amerîkayê da hat weşandin bû, pirsên li ser peyamana Tirkiye û Amerîkayê ji bo bakurê Sûriyeyê çêkirin bersivand.
Kiliçê Balyoz got ku peymana hat çêkirin "agirbest" nîne, agirbest di navbera du aliyên meşrû da tê çêkirin û tê wê meneyê ku ji bo endamên YPG/PYDyê yên li herêmê vekişin operasyona hat sekinandin.
Kiliç diyar kir ku li Washîngtonê ji bo ferqa di navbera "Kurdên Sûriyeyê" û endamên "YPG/PKKyê" da tevlihevî heye, YPG/PKK hemû Kurdên li herêmê dijîn temsîl nake.
Kiliç wiha axivî: "Ji bo PYD/YPG tehdîda hebûnê ye. Li bakurê Sûriyeyê operasyona me ya dijî YPG/PKKyê û têkoşîna me ya li dijî DEAŞê ji hev cuda nînin. Me ji ber PKKyê 40 hezar merivên xwe dan der."
Kiliç got atmosfera li dijî Tirkiyeyê ya li Kongreya Amerîkayê dibe sedema liberxweketinê û wiha pê da çû:
"Dibêjin PYD/YPG dostê Amerîkayê ye lêbelê ew dostê Amerîkayê nînin. Komeke wisa ye ku ji bo li Sûriyeyê dewleteke Marksîst ava bike piştgiriya Amerîkayê bi kar tîne. Armanca me ya sereke ew e ku yekîtiya erdên Sûriyeyê û yekîtiya wê ya sîyasî were pêkanîn."