03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku PKK/PYDya rêxistina terorê dijî sempatîzanên Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ya ku dijî radestkirinên kêyfî yên rêxistinê yên li Qamişloyê xwepêşandan li dar xist, êrîşa çekdarî kir.
Nûnerê Hewlêrê yê ENKSê Xalid Elî der heqê êrîşa li Qamişloyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku "Gel ji bo ku birêvebirên payebilind ên ENKSê yên ku PYDê ew ragirtine serbest bên berdan xwepêşandan li dar xist. Lê belê hêzên PYDê êrîşa çekdarî bir ser xwepêşandêran."
Elî qal kir ku di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û got ku hêzên çekdar gelek kes jî ragirtin.
Elî da zanîn ku hêzên çekdar bi vê êrîşê nesekinîn û raserî ofîsên Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriyeyê (Yekîtî) û Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) yên ku di bin banê ENKSê de cî digirin kir û endamên partiyê yên wir jî hatin derbkirin.
PYDa ku herêmên li bakurê Sûriyeyê di destê wê de ye gelek rayedarên payebilind û endamên ENKSa ku ji xwe re reqîb dibîne di zindanên xwe de digire.