03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
COX'S BAZAR
Dilfurcahan Rihîmullaha 25 salî ya ku piştî êrîşa artêşa Myanmar ya li Arakanê xwe sipart Bangladeşê destnîşan kir ku mêrê wê, dergûşê me yê 8 mehî bi destê leşkeran hatin kuştin û birayê wê yê ku ev bûyer dît jî dîn bûye.
Rihîmullaha ku dêya 3 zarokan e li herêma Kolatoliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Borgozibila gundê Monduya Arakanê bi çotkariyê debara xwe dikirin.
Rihîmullahê destnîşan kir ku hikûmeta Myanmarê bi çavê terorîstan li wan dinihêre û got ku 9 roj berê leşkeran bi firokeyê êrîşî gundê me kir.
Rihîmullahê diyar kir ku gundê wan hatiye bombekirin û wiha got: "Mêrê min û Mihemmed Yasîrê dergûşê min yê 8 mehî dema direviyan ketin destê leşkeran. Tevî Farîsa keça xwe ya 4 salî û Mihemmed Kayserê kurê xwe yê 2 salî, em reviyan."
Rihîmullahê diyar kir ku leşkeran apê wê kuştin û 25 kesên ku nav wan da birayê wê û mêrê wê jî hene derdest kirin û wiha got: "Birayê min di girtîgehê da kuştina mêrê min û dergûşê min dît. Paşê birayê min aqilê xwe winda kir û ji ber vê jî serbest hat berdan."
Rihîmullahê destnîşan kir ku piştî rêwîtiyeke zor û xeternak bi kesên ku di revê da serkeftî bûn ra xwe sipartin Bangladeşê, arakaniyan alîkarî dan wan, ji peravê derbas bûn xwe sipartin Bangladeşê û zarokên xwe xilas kir.
Rihîmullahê got ku zarokên wê nexweş in û li benda alîkariyê ye.