ÎSTANBÛL
Tê zanîn ku Nelson Mandela ji bo ku mafên misilmanên ku li Afrîkaya Başûr dijîn jî di makezagonê de bê parastin hewl dida. Mandela di nameya xwe de li şoreşgeran şîret kiribû ku edaletê pêk bînin bixebitin û "dewra berê" nedomînin. Li pêşerojê binihêrin û yên ku di nav rejima berê de cih girtine jî tê de hemû welatiyan himbêz bikin û biparêzin.
Mandela di nameya xwe de cih dabû gotinên Hz. Mihemed jî. Hz. Mihemed wexta ku Mekkeyê fetih dike diaxive û di axftina xwe de xitabî mekkeyiyan dide û heqê xwe li wan helal dike. Nameya Mandela wiha ye:
"Birayên min ên li dewletên Ereban!
Birayên min ên li Tûnis û Misrê!
Beriya her tiştî ji ber ku tevlî karên we yên taybet dibim, min bibexşînin. Heger min hedê xwe derbas kiribe û tevlî mijareke bêeleqe bûbûme, dikevim bextê we. Lê li gorî min şîretkirin jî bi tena serê xwe berpirsyariyek e û ji ber ku we di dema 'apartheîd' de piştgirî dabû me ez bi hesta wefayê tevgeriyam. Armanca min ew e ku tiştên ku ez ji heyatê hîn bûme û tecrûbeyên xwe yên girtîgehê ji we re parve bikim.
Birayên Min ên Şoreşger!
Ew roj hê jî baş tê bîra min. 10 hezar rojan di girtîgehê de mam û dema ku ji girtîgehê derketim li Cape Townê rojeke xweş bû û tav hebû.
Bîst û heft sal bû min xeyal dikir ku welatê min ji zilm û zordariyê rizgar bûye. Bi van xeyalan ji girtîgehê derketim. Li ber girtîgeha Vîctor Fasterê qerebalix bû û min ê piştî ewqas salan jin û zarokên xwe bidîta, lê dîsa jî di mêjiyê min pirsek hebû û ez aciz dikirim. Ev pirs ev bû:
Ji bo ku em edaletê pêk bînin, em ê mîrata zilmê çawa bikin?
Ez dizanim, îro ev pirs we aciz dike. Hûn ji girtîgeha mezin xilas bûn. Bersiva vê pirsê di vir de veşartiye, dê şoreşên me dê li ku bi dawî bibin. Pêkanîna edaletê ji hilweşandina zilmê dijwartir e. Hilweşandin tiştekî neyînî ye, avakirin jî çalakiyeke erênî ye. Wekî ku rewşenbîrekî we Hesen et-Tûrabî jî dibêje "Îhqaqa Heq ji îbtala batil dijwartir e." Mixabin ez nizanim bi Erebî biaxivim. Lê qasî ku ez ji wergerên ku digihêjin destê min hîn dibim, di bûyerên ku li Tûnis û Misrê diqewime de mirov sixêf û heqaretê li yên ku bi rejima berê re têkildar in dikin. Wekî ku şoreş bê sixêf û niheqiyê pêk nayê! Qasî ku dibînim û ferq dikim piraniya gel dixwaze kesên ku bi awayekî bi rejima berê re têkildar bûne ji holê rake. Bi ya min ev şaş e.
Ez êş û kesera di dilê we de zanim. Ez dizanim ku zilm û zordarî di dilê mirovan de çawa êş û birînên xedar vedike. Lê ev neyartî ji bo şoreşê ne baş e. Piştgirên rejimê malên raya giştî û şaxên ewlehiyê kontrol dikirin. Heger hûn van kesan ji xwe re bikin neyar, ew ê di vê rewşa ne ewle de hemû hêza xwe ji bo çewisandina şoreşê xerc bikin û ev jî dê ji bo we ne baş be.
Gelek saziyên aboriyê di destê piştgirên rejima berê de ne. Jiholêrakirina van saziyan dê bibe sedema tevliheviyê û ev jî di van şertên heyî de dê bibe sedema qeyranên aboriyê û tevliheviyê terkeve holê.
Divê hûn ji bîr nekin, piştgirên rejima berê çi be jî welatiyên vê dewletê ne, efûkirina wan di rewşa niha de diyariyeke mezin e. Ne pêkan e ku hûn wan bicivînin û biavêjin behrê yan jî ji holê rakin. Ji bilî vê mafên van kesan jî heye ku xwe îfade bikin, ev maf piştî şoreşê divê di termînolojiya şoreşê de cih bigire. Ez dizanim, yên ku di rejima berê de cih girtibûn îro pesnê şoreşê didin û ev jî we aciz dike. Lê ji bo ku şoreşeke baş pêk were divê ev neyên rexnekirin, divê bên teşwîqkirin da ku bêteref bibin û bizanin ku civak tenê yên ku ji bo pêkanîna azadiyê dixebitin qebûl dike.
Ji bîr nekin! Li pêşerojê nihêrîn, li rabirdûyê asêbûnê çêtir e. Dema ku ez ji girtîgehê derketim, pirsgirêka herî mezin ew bû ku piraniya reşikan dixwastin ên ku bi rejima berê re têkilda rin bidarizînin û ev wekî pirsgirêkekê li ber min disekinî. Lê min pêşî li ber vê girt. Demê jî nîşan da ku ev ya herî bi xêr bû. Heger wisa nebûya dê Afrîkaya Başûr ber bi şerê navxweyî yan jî ber bi zordariyê ve biçûya. Ji bo vê jî min "Komîsyona Lihevhatin û Heqîqetê" ava kir û zilimkar û yê ku zilm dîtiye hatin cem hev. Her kesî guhdariya hev kir û hev bexişandin. Ez dizanim ev siyaseteke zor e, lê siyaseteke bi bandor e. Ez wisa dibînim. Lê hûn dizanin. Hûn ê ji bo civaka ku li derûdora zordaran civiyaye vê peyamê bidin: Di bin ronahiya demokrasî û şoreşê de ji pêşeroja xwe netirsin. Bi vî awayî hûn ê bibînin yên ku berjewendiya xwe difikirin, ber bi guherînê ve qelibîne. Bi vî awayî hûn ê zordarên ku li piya mane jî bitirsînin da ku bila bizanibin ku çiqas tirs û xeterî li pêşiya wan e.
Bo mînak bifikirin -wekî ku her kes hêvî dike- li Afrîkaya Başûr em bi yên çermsipî tinazên xwe dikin û wan biçûk dixin, em wan nahesibînin û neynûkên wan dikşînin? Heger wiha bûya di dîroka mirovahiyê de Afrîkaya Başûr dê çawa çîrokeke wiha serkeftî pêk bianiya? Ez dibêjim vê gotina Hz. Mihemed bi bîr bînin: "Herin, hûn hemû azad in."
Nelson Rolîhlahla Mandela
Hûwanton- Johannesbûrg
Hz. Mihemed piştî fetha Mekkeyê ji mekkeyiyên ku li Qe'beyê civiyabûn re gotibû "Yûsif ji birayên xwe re çawa tevgeriyabû ez ê jî wisa tevbigerim" û wiha axivîbû: "Îro lomeyê li we nakim! Herin, hûn hemû azad in!"