Abdullah Tel
28 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Ji bo Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku 5 sal berê li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê da jiyana xwe ji dest da, merasima bibîranînê hat lidarxistin.
Koma di nav wan da Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar û Turkan Elçî ya xanima Tahîr Elçî jî hebûn li ber Edliyeya Diyarbekirê hatin bal hev, heya Kuçeya Yenîkapiyê ya ku Mînareya Çarling a êrîşa terorê li berê hatibû kirin, meşiyan.
Serokê Baroyê Cîhan Aydin di axaftina li vê derê kir da bi bîr xist ku ji ser kuştina Elçî ra 5 sal derbas bû û wiha domand: "Birêz Serok bi hezaran hevalên hevkarên te bi biryardarî ji bo edalet û mafên mirovan têkoşîna xwe didomînin. Ew jiyana ku te xeyal dikir bila demokratîk, azad û aştiyane be xeyala me ye jî. Em ê ji bo parastina xewnên te û xewnên xwe hewlên xwe bidomînin."